Revandin û girtina nûnerên Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK’ê ve rastî nerazîbûnên tund tê.. Rêveberiya Xweser û PYD`ê vî sûcî weke helwesteke dijminane li dijî destkeftiyên herêmê û Rêveberiya Xweser bi nav dikin. Aliyên hûqûqî dibêjin “Nabe siyasetmedar û diplomat werin girtin an jî revandin.”
Ji 10`ê Hezîranê ve agahî ji nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD ku ji aliyê hêzên PDK ve hatine revandin, nayê girtin.
Senaa Deham Elî ku Endama Desteya Rêveber a Buroya Têkiliyên Derve ye eşkere kir “Nûnerên wan bi awayekî fermî û rewa li Başûrê Kurdistanê bûn û belgeyên wan ên mayîna li wir hene û hebûna wan li wir qanûnî ye.”
Senaa anî ziman ” Heta niha agahî ji nûnerên wan û yên PYD`ê nehatine girtin.”
Sema Begdaş: Agahiyên ku me bi dest xistine cihê fikaran e
Endama Desteya Serokatiya PYD`ê Sema Begdaş jî diyar kir “Nûnerên wan û ên Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bi rêya nivîsgehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê kar û xebatên xwe yên siyasî û dîplomatîk dimeşandin.”
Atiye Yûsif: Nabe siyasetmedar û dîplomat werin girtin
Di vê mijarê de parêzer û hiqûqnas jî xwedî bertek in.
Parêzer Atiye Yûsif piştrast kir ku diplomat û siyasetmdar li hemû welatan xwedî mafê bergiriyê ne û nabe werin girtin.