Mijara çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan çend sala in hîna weke xwe ye û ti çare ji aliyê civaka naveteweyî ve nehatiye dîtin. Îbrahîm El-Qeftan ku Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ye dibêje “Çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li herêmê êdî li ser cîhanê bi giştî û herêmê bi taybet metirsiyeke mezin in.” El-Qeftan bang li civaka navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî li herêmê ava bikin an jî çete û malbatên wan li welatên wan vegerînin.
Li ber çavên cîhanê tevî, li herêmê metirsiya çeteyên DAIŞ yên li girtîgehan û malbatên wan ên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj zêdetir dibe.
Li ser vê mijarê Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan nirxandin kir û piştrast kir ”Hebûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmê û li kampa Holê, li ser cîhanê bi giştî û herêmê bi taybet metirsiyeke cidî ye.”
Îbrahîm El-Qeftan li ser zêdebûna jimara zarokên DAIŞ`ê jî anî ziman ”Hejmara zarokan bilind e û heger li kampê mezin bibin wê fikirê terorê belav bikin û alozî û xeteriyeke nû li ser welatên cîhanê tevî çêbibe.”
El-Qeftan: Çareserî avakirina dadgehek navneteweyî yan vegera çeteyan li welatên wan e
Ji bo rêgirtina li ber vê karesatê El-Qeftan eşkere kir ku çareserî bi du rengan pêkan e û anî ziman “Yek avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmê û darizandina çeteyan e ya duyem jî vegera wan ji welatên wan re ye.”
El-Qeftan, çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li kampa Holê bi “bombeyeke demkî” bi nav kir û piştrast kir “Dewleta Tirk gelek caran hewl da xwe bigihîne kampa Holê û aramnc jî rizgarkirina van çeteyan bû.”
Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan dawiyê tekez kir divê dewletên ku hemwelatiyên wan li herêmê ne, alîkar bin.