Îbrahîm El Selac: Rûsya navbenkariya diyalogê de ne cidî ye

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk, Endamê Desteya Serokatiya MSD`ê Îbrahîm El-Selac destnîşan kir ku Rûsya têkildarî diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de ne cidî ye û daxuyaniyên wê tenê lîstokekên siyasî ne.

Îbrahîm El-Selac diyar kir ku divê hikumeta Sûriyê Îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike ev jî wê bibe destpêka bidawîkirina aloziya Sûriyê.

Beriya niha Wezîr Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke çapemenî de bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir dest bi diyalogê bi hikumeta Şamê re bike.

Endamê Desteya Serokatiya MSD`ê Îbrahîm El-Selac daxuyaniya wezîrê karên derve yê Rûsyayê wek lîstokeke siyasî pênasekir û got:

“Rûsya bi daxuyaniyên bi vî awayî dixwaze kiryarên xwe û yên hikumeta Sûriyê li hember gelê Sûriyê rewa bike.

Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser ve em diyaloga Sûrî – Sûrî dixwazin û gelek caran me amadekariya xwe ji bo diyalogê anî ziman.

Lê heta niha hikûmeta Şamê tu amadekariyek cidî nekiriye û bersivek cidî jî nedaye, hewildanek cidî jî pêş nexistiye.

Ev daxuyaniyên Lavrov jî lîstokên siyasî ne.”

”Helwesta Rûsyayê li hember Rêveberia Xweser neyînî ye”

Girêdayî helwesta Rûsiya jî Îbrahîm El-Selac anî ziman: “Rûsya bi hemû hêza xwe xwe bi hikumeta Sûriyê ve girê dide.

Helwesta wê li hember Rêveberiya Xweser neyînî ye.

Ev jî cihê xemgînî û mixabîniyê ye.”

El-Selac bi bîr xist ku girtina dergeha Til Koçer ê bi Rêveberiya Xweser re û vekirina dergeha Bab El-Hewa yê bi terorîstan re, îşaretek neyînî ya Rûsyayê ye.

Îbrahîm El-Selac Di dawiyê de wiha pê de çû:

“Em weke Partiya Nûjen û Demokratîk bi diyaloga Sûrî – Sûrî re ne.

Bi şertê ku ev diyalog niştîmanî be û xizmeta doza gelê Sûriyê bike û hikumeta Sûriyê ji diyalogê re amade be.

Di heman demê de divê hikumeta Sûriyê itîrafê bi aliyê li hember xwe bike û ev jî wê bibe destpêka bidawîkirina aloziya Sûriyê.”

Back to top button