Amarîka ceribandina çeka hîpersonîk ji aliyê Çînê ve piştras kir

Fînancîal Tîmesê meha Cotmehê ragihandibû ku Çînê li fezayê moşeka hîpersonîk ceribandiye.
Çînê jî ev agahî li derewê qelibandibû.
Lê Generalê Amerîkî Mark Milley piştrast kir ku Çînê meha Tebaxê moşeka hîporsenîk ceribandiye.

Serekerkanê DYA’yê Mark Milley ji Bloomberg TV re axivî û got,

”Tişta ku em dibînin (…) ceribandineke pir girîng a pergala çekeke hîpersonîk e.”

Milley ev test da ber şandina Sputnîkê ya bi destê Sovyetê ku Cotmeha 1957’an şandibûn fezayê ku vê DYE şaş kiribû û weke pêşbirka fethkirina fezayê dabû destpêkirin.

Milley got, ”Bi temamî weke Spûtîkê ye nizanim lê bi min pir nêzî vê ye.”

Fînancîal Tîmesê di nûçeyekê de gotibû Çînê meha Tebaxê moşekeke bi wesfê nukleer şandiye ku beriya ku ber bi hedefa xwe ve nizim bibe, li rêgeheke nizm a cîhanê ziviriye.

General Milley bû rayedarê despêkê yê Amerîkî ku nûçeya Fînancîal Tîmesê piştrast kirî.

Li gel Pekînê DYA, Rûsya û bi kêmanî 5 welatên din li ser teknolojiya hîpersonîk dixebitin.

Moşekên hîpersonîk, weke moşekên balîstîk ên berê dikarin nukleeran hilgirin û ji leza dengê 5 qatî bileztire.

Back to top button