ÇETEYAN LI GUNDÊ KURZÊLÊ PEYMANGEHEKE OLÎ VEKIRIN

Dagirkeriya Tirk li gundê Kurzêlê ya navenda bajarê Efrînê peymangeheke olî bi navê “El-Fetih El-Mubîn” vekir.

Ev peymangeh ji aliyê koma bi navê “Kombûna Ciwanên Turkmenên Sûrî” ya di bin sîwana dagirkeriya dewleta Tirk de ye, hat vekirin.

Malperên girêdayî komên çete vîdyoyên perwerdekirina zarokên temen biçûk li ser xwendina Quranê weşandin.

Dagirkeriya Tirk li gundê Kurzêlê ya girêdayî navenda bajarê Efrînê peymangeheke olî bi navê “El-Fetih El-Mubîn” vekir.

Ev peymangeh ji aliyê koma bi navê “Kombûna Ciwanên Turkmenên Sûrî” ya di bin sîwana dagirkeriya dewleta Tirk de ye, hat vekirin.

Malperên girêdayî komên çete vîdyoyên perwerdekirina zarokên temen biçûk li ser xwendina Quranê weşandin.

Weke tê zanîn ev bû salek dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye.

Ji roja dagiririna Efrînê re dewleta tirk a dagirker bi riye çeteyên Îxwan El-Misilmîn hewil dide zihniyeta xwe li ser şêniyên herêmê bide ferzkirin.

Tê zanîn, saziya karûbarên olî ya dewleta Tirk a dagirker ku bi kurtenavê “Diyanet” tê naskirin, roleke mezin di hundir û derveyî Tirkiyê de dilîze.

“DIYANET” HEWL DIDE MEJIYÊN GELÊ SÛRÎ DAGIR BIKE

Her wiha ev sazî, yek ji şaxên rêjîma AKP ye da ku bi navê ol civakê kontrol bike.

Li herêmên bakurê Sûriyê roleke qirêj a vê saziyê heye.

Ji bo belavkirina îdyolojiya Îxwan Musilmîn, siyaseta dewleta Tirk û propagandaya Erdogan, seyda û îmaman perwerde dikin.

Dîsa, divê were naskirin ku hemû saziyên alîkariyên mirovî di bin kontrola “Diyanetê” de ne.

“Diyanet” jî bê guman û li gorî gelek çavkaniyan, girêdayî îstîxbarata Tirk e.

Li gorî rojnameya “Zaman” a Tirkî, bûtceya Desteya Karûbarên Olî ya 2019’an 5 qatan ji ya îstîxbaratê bilintir e.

Her wiha rojnameya “Ahval” jî dest nîşan kir ku saziya “Diyanet” bi piştgiriya îstîxbarata Tirk hewl dide mejiyên gelê Sûrî biguherînin û kontrol bikin.

Ev yek jî bi riya belavkirina edebiyatên Îxwan El-Misilmîn ku stûna sereke ya serokê rêjîma AKP Erdogane tê kirin.

Leave a Reply

Back to top button