Îtalya beşdarî êrîşên li dijî busiyan bû

Li Behra Sor her ku diçe alozî kurtir dibe.
Ji ber vê li gel Amerîka û Îngîlîstan welatên Ewropî jî beşdarî êrîşên li dijî Husiyan dibin.
Ji bo parastina keştiyan Îtalya jî li dijî êrîşên Husiyan bû welatê sêyem a Ewropî.
Her wiha keştiya Rubymar ku bi moşekan hatibû armanckirin bi nav bû, ji ber madeyên kîmyewî hildigirt xeterêyên wê yê hawîrdorê jî didome.

Piştî Fransa û Almanyayê Îtalya jî beşdarî êrîşên li dijî Husiyan bûn.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Îtalyayê de hat gotin keştiyê şer ê Îtalyayê balafireke bi çek û bê mirov a Husiyan ruxandiye.

Li gorî daxuyaniyê balafirê bi çek û bê mirov ber bi Behra Sor ve diçû û bû armanca keştiya şer.

Husiyan jî gef li keştiyên li Behra Sor xwar û diyarkirin ku dê hîn zêdetir êrîşan pêş bixin.

Keştiya Îngîlistanê li Behra Sor binav bû

Li aliyê din keştiya bi navê Rubymar a Îngîlîzan ku Husiyan armanc kiribû bi nav bû.

Di daxuyaniya artêşa Amerîkayê de hat ragihandin ku piştî ku keştî rastî êrîşa moşekan hat li Behra Sor bi nav bû.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku keştiya Rubymar madeyên kîmyewî hildigire û xeteriyeke hawîrdorî ava dike.

Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Qraliyeta Yekbûyî ya girêdayî artêşa Îngîlîz piştrast kir ku keştiya Rûbymar bi nav bûye.

Gelek şîrketên veguhestinê keştiyên xwe ji Behra Sor dûr xistine.

Rubymar a bi ala Belîzê di 18’ê Sibatê de li Tengava Bab el-Mandeb, ku rêyeke girîng a avê ye ku Behra Sor û Kendava Adenê bi hev ve girêdide, hatibû lêdan.

Husî: Di êrişên Amerîka û Îngilistanê de 2 kes mirin

Back to top button