Li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anî

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE, teqîna li baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Xezîwê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê li ser xwe girt.

HRE, teqînek li baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Xezîwê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê pêk anî.

HRE’yê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 12’ê Îlonê li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li gundê Xezewiyê ya navçeya Şêrewa çalakiyek kirin.”

HRE’yê got: ”Dîmenên çalakiyên û encamên wê sibe wê bi raya giştî re werin parvekirin.”

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir ku ji ber teqînê bi dehan kuştî û birîndar ji leşkerên Tirk hene.

Li gor çavkaniyan jî helîkoptereke dewleta Tirk ji gundê Celemê yê Cindirêsê kuştî û birîndarên xwe veguhestin Tirkiyê.

Ji ber topbarana gundên Şêrewa, 2 sivîl birîndar bûn

Weke her carê dîsa dewleta Tirk û çeteyên xwe êrîşî sivîlan kir.

Duh di saetên êvarî de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên navçeya Şêrewa Aqîbê, Soxenekê, Birc Qas û Meyasê topbaran kir.

Di encamê de 2 sivîl, Elî Xelîl Nasro û Xelîl Nasro Xidro yên ji gundê Birc Qasê bi giranî birîndar bûn.

Her wiha artêşa Tirk gundên navçeya Şera ya Efrînê jî topbaran kiribûn.

Li aliyekî din hêzên dagirker, gundên Eyn Deqne, Minix û balafirgeha Minix ên Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin

Topbarana dewleta Tirk li ser herêmê heta derengiya şevê dewam kir.

Back to top button