“Desthilata AKPʹê rêzê nade destûra Tirkiye û qanûnên navneteweyî”

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim anî ziman ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên navneteweyî yê..
Dr. Rizgar Qasim li dijî tecrîdê bêdengiyaê hazên navnetewî şermezar kir û got:
“Em vê bêdengiyê tê wateya berdewamiya komloyê û em wisa dibînin.
Divê hêzên navdewletî dawî bidengiya xwe bînne û her wiha li dijî tecrîdê tevgereke topyekûn divê.”

22 mehe agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Serlêdanên malbat û parêzeran ên hevdîtina bi Rêber APO re tên redkirin.

Herî dawî jî 3 mehên din cezayên dîsplînên li Rêber Ocalan hatiye birîn.

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan nirxandin kirin ..

Rizgar Qasim anî ziman ku zext û kiryarên derexlaqî ku desthilata AKPʹê dimeşîne siyaseteke plankirî li dijî gelê Kurd e û got :

“Ev kiryarên çewisîner zihniyeta Ataturk nîşanî me dide.

Hikumeta AKPʹê bi rêya ferzkirina tecrîdê vê zihniyetê pêk tîne.

Nahêle rêber Ocalan parêzer û malbata xwe bibîne. ”

Qasim îşaret pê kir ku dewleta Tirk destûr û qanûnên xwe bin pê dike û wiha domand:

“Nêzî du sal in ev desthilatdar hevdîtinên bi Rêber Ocalan re qedexe dike.

Desthilata AKPʹê bi girankirina tecîrda li ser rêber Ocalan dijî dijbertiya gelê Kurd de israrê dike.”

“Bêdengiya navneteweyî berdewama komployê ye”

Qasim bal kişand ser dualîtiya pîvanên rêxistinên mirovî û hiqûqî û bêdengiya wan a li hemberî tecrîdê û got:

“Bêdengiya li hemberî tecrîdê dûrketina ji mirovahiyê ye.

Em vê bêdengiyê wekî berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan û gelên herêmê dibînim.

Aliyên bêdeng di sûcên wê yên dermirovî de şirîkên hikumeta Tirk in. ”

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim dawiyê got :

“Em banga azadiya Rêber Ocalan dikin.

Bêdengiya li hemberî doza tecrîdkirina wî tê wateya dûrketina ji nirxên mirovî û exlaqî.”

Back to top button