Di êrişa hewayî a li Bûkemal de 7 kes hatin kuştin

Duh balafirên nenas kamyonên barhilgir ku ji Iraqê derbasî herêma Bûkemalê bûbûn, kirin hedef û di encamê de 7 kes hatin kuştin.

Li gor ajansa Hawarê balafiran ku jêdera wan nayê zanîn, kamyonên barhilgir ku ji Iraqê derbasî herêma Bûkemalê ya rojhilatê Sûriyeyê bûbûn, kirin hedef.

Ajansa hawarê ku xwe distpêre çavkaniyên SOHR’ê ragihand ku 6 kamyonên barhilgir ku ji Iraqê derbasî herêmê bûbûn, bûn hedef.

Her wiha balafirên bêmirov ên Koalîsyona Navneteweyî li ser herêmê digeriyan.

Li gorî SOHR’ê, di êrişê de 7 ajokar û alîkarên wan ên ne ji Sûriyeyê, hatin kuştin.

Back to top button