Çalakiya paralamenterên HDP’ê ya li dijî tecrîdê di roja 28’an de didome

Parlementerên HDP’ê diyar kirin bi rakirina tecrîdê wê aramî bê Rojhilata Navîn û taybet jî tirkiyê.
Hevberdevk û serokên jin ên partiyên siyasî ku tev li Konferanseya xe ya 12. lidarxistin, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Apo dan û banga têkoşîna li dijî tecrîdê kirin.

Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê parlamenterên HDP’ê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin, di roja 28’an de didome.

Parlamenterên HDP’ê Kemal Pekoz, Mûazzez Orhan, Abdullah Koç, Ayşe Surucu û Erdal Aydemîr beşdarî nobedê bûn.

Abdullah Koç di nobetê de axivî û ev yek got:

Gelê hêja, weke hûn jî dizanin ev nêzî 2 sal in li Îmraliyê tecrîd tê meşandin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.

Em Koma HDP’ê ya cara 28’an, bang li Wezîrê Edaletê û hikûmetê dikin; qanûnên heyî pêk bînin, em serlêdanek cuda naxwazin.

Tekane daxwaza me ew e ku em bi rêzdar Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê li gorî qanûnan hevdîtinan pêk bînin.”

Di daxuyanî ye hate diyarkirin ku astengiya herî mezin a li pêşiya civaka Tirkiyê, tecrîda li Îmraliyê ye û divê di were bidawîkirin.

Hevberdevkên jin ên partiyên siyasî li dijî tecrîdê banga têkoşînê kirin

Li aliyê din, Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 28’ê çileyê de Konferanse xwe ya 12’an li dar xist.

Hevberdevk û serokên jin ên partiyên siyasî ku tev li Konferansê bûn, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Apo dan.

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Tûran bal kişand ser çalakiya şewitandinê ya Bubo Taş û Mehmet Akar ku li dijî tecrîdê pêk anîn û got:

“Çalakiya her duyan gelek girîng e û îsyana li dijî tecrîdê ye. Ev peyama ku divê demildest tecrîd were rakirinê bû.”

Berdevka Meclisên Jinan a Sosyalîst Çîçek Otlû jî anî ziman, bi tecrîdkirina Rêber Apo dixwazin şerê li dijî gelê kurd dijwartir bikin û tecrîda li ser Ocalan parçeyek polîtîkaya asîmîlasyon û tunekirina bi salan e.

Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce jî bi lêv kir, heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin dê çareserî û azadî pêk neyê û got:

“Em ê li dijî vê tecrîdê li her qadê têbikoşin.

Em carek din dibêjin heke tecrîd were rakirin dê rêya hevdîtinan vebe û wê şerê 40 sal zêdetire li vî welatî didome bi dawî bibe.”

Back to top button