Berxwedana li dijî tecrîdê didome

Çalakiyên Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatîn destpêkirin, li Edene, Stenbol, Mêrdîn, Wan û Mêrsînê didomin.
Çalakvan û kesên hatin serdanê bi kilam û dirûşmeyan piştgirî dan berxwedana li girtîgehan û gotin: Berxwedana me dê bidome.

Greva birçîbûnê ya li 106 girtîgehên Bakurê kurdistan û Tirkiyê ket roja xwe ya 57’an.

Di çarçoveya piştgiriya bi nobetê re jî li Stenbol, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn û Wanê nobeta Edaletê didome.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, di roja 40’emîn de dewam kir.

Rêveberên DEM Partiyê yên Navçeya Çekmekoyê û gelek welatî hatin serdana nobetê.

Di çalakiya nobetê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn.

Beşdaran di çalakiyê de stranên Kurdî gotin û govend gerandin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê jî bi serdanan dewam kir.

Dayikan li vir jî bi kilamên xwe ren û deng dan çalakiyê.

Li bajarê Edene jî 49 rojin nobet bi coş û moral dewam dike.

Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin serdana nobetê.

Çalakiya nobetê a Xizmên girtiyan ya li Mêrsînê di roja 49′ de dewam kir.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê di çalakiyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Nobeta Edaletê ya li Wanê jî bi biryardarî didome.

Yek ji jinên di çalakiyê de axivî û banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo kir.

Çalakvanên Nobeta Edaletê ji daxwazên xwe danakevin

Back to top button