Balafirên Îsraîlê nuqtenin Hemasê kirin armanc

Balafirên şer ên Îsraîlê çend êrîş birin ser hin nuqteyên Hemasê li Xezzayê.

Ajansa Me’en معا a Filistînî ragihand, ku balafirên Îsraîlê nuqteyeke Hemasê li başûrê Xezzayê bi 5 mûşekan bombebaran kir û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt nuqteyê.

Balafirên Îsraîlî her wiha nuqteyeke Hemasê li rojhilatê Dêr El-Beleh jî kir armanc, lê ti agahî derbarê ziyanan de nehatin bibîrxistin.

Beriya van êrîşan, dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê eşkere kiribû, di dema ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li devera Bi’r El-Sebi’ bû, mûşekek ji Xezzayê bi ser wê deverê ve hatibû avêtin.

Ev yek di demekê de tê ku partiya Likud bi serokatiya Netanyahu, serkeftineke baş di hilbijartinan de bi dest xistiye, lê ji bo avakirina hikumetê, pêwîstiya wê bi hevalbendiya çend partiyên biçûk heye.

Back to top button