Leyla Mişo: Rûsya ji bo razîkirina Tirkiyê, sivîlên Eyn Îsayê bi kar tîne

Leyla Mişo, Hevseroka Meclisa kantona Girê Spî, lîstikên qirêj ên Rûsya li herêmê, şermezar kirin û tekez kir “Hemû jî ji bo berjewendiyên dewleta Tirk in û li ser hesabê gelên herêmê ne.”

Leyla Mişo dibêje jî “Rûsya vê carê şênî bi kar anîn, jiyana wan xist metirsiyê û ev hemû ji ber berjewendiyên wê yên bi dewleta Tirk re ne û her bêdeng e.”

Leyla her wiha bêdengiya hêzên hikumeta Şamê ya li hemberî êrîşên li ser herêmê jî şermezar kir û piştrast kir “QSD’ê nahêle dagirkeriya Tirk planên xwe yên dagirkirina xaka Sûriyê pêk bîne.”

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo dawiyê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrîşên li dijî xaka Sûriyê tev bigere û tekez kir “Divê Rûsya sozên xwe bi cih bîne û agirbestê misoger bike.”

Back to top button