Macron: Divê hêzên Tirkiye yên li Lîbya di demeke herî nêz de derkevin

Hikumeta Lîbya ya nû dest bi tevgera dîplomasî ya li derveyî welat kiriye.
Şandeya hikumetê berê xwe da Fransa û bi Serokkomar Macron re civiya.
Macron diyar kir ku divê hêzên Tirkiyê û yên biyanî di zutirîn demê de ji welat derkevin û got:
Ewê balyozxaneya xwe ya li Trablusê careke din vekin.

Çarenûsa welatiyên Lîbya di destê hikumeta nû de ye.

Ji bo vê yekê jî hikumeta nû ya Lîbya ji bo geşkirina danustandinan berê xwe dan Fransa.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li koşka Elysee Serokê Konseya serokatiya Lîbya Mihemed El Menfî û alîkarê wî Musa El Konî pêşwazî kir.

Piştî civîna li çapemeniyê girtî, aliyan daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron îşaret bi girîngiya têkbirina terorê ya li Lîbya kir û wiha got:

Ger em li Lîbya aştî û aramiyê pêk neênin, komên çete û simsaran ji naverastê ranekin, li nava Derya Spî û rojhilatê wê, herêma Sahel û Afrîka, wê aştî pêk neyê.

Emmanuel Macron anî ziman ku ji bo hilbijartinên dawiya salê bi awayekî serkeftî pêk were armanca sereke pêkanîna agirbestê ye.

Macron diyar kir ku ev mijara wê di civîna lîderên YE de were nirxandin.

Serokomarê Fransa îşaret bi hebûna hêzên biyanî yên li welat kir û got,

“Di vê di zutirîn demê de, hêzên ku Tirk û Rûsya li Lîbya bicih kirine werin derxistin.

Pêwiste tenê artêşeke rewa ya Lîbya hebe da ku parastina xaka welat bike.

Ev artêş jî divê di bin deshilata wê de be.”

Emmanuel Macron piştevaniya xwe ya ji bo hikumeta nû ya Lîbya dubare kir û ev tişt anî ziman:

“Ev piştevanî wê ne tenê di gotinê de bimêne.

Ji ber şerê 10 sal û tevliheviya heyî em xwe deyndarê Lîbiyan dibînin.

Ev rastiyeke.

Macron dazanîn ku wê 29’ê Adarê balyozxaneya xwe ya li Trablusê vekin.

Li Lîbya her çiqasî hikumeta nû dest bi kar kiribe jî lê ji ber çeteyên biyanî yên dewleta Tirk û çend welatên din şandine herêmê metirsî heye.

Li gorî daneyên NY li Lîbya nêzî 20 hezar hêzên biyanî hene.

Back to top button