Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kes bi Coronayê mirin

Her roja derbas dibe, hejmara pêketiyê bi vîrusa Coronayê zêde dibin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kes mirin û 248 bi Coronayê ketin.

Ji bo vegera li jiyana aram ya di warê tenduristiyê de, pêwistî bi pêkanîna tevdîtên ku tên ragihandin heye.

Xemsariya li hemberî vîrûsa Corona tenê, bav, dayîk, xuşk, bira cîran û nasên me ji me dibe.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîrusa Corona di pêla xwe ya 3’an de ye û bi xurtirîn belav dibe.

Hevserokê desteya tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku di 24 seatên dawiyê de 248 kes bi Coronayê ketine.

Ji van 147 mêrin û 101 jinin.

Ji ber vîrusê jî 2 mêr û 3 jin bi giştî 5 kes mirin.

Dr. Ciwan Mustefa destnîşan kir ku 17 kes ji Coronayê baş bûne.

Bi van daneyên dawiyê re, heta niha li seranserê herêmên bakur û rojhilatê Sûrî 13 hezar û 4 kes bi vîrûsê ketine.

Ji van 437 mirine û hezar û 399 baş bûne.

Back to top button