MSD’ê Çarşema Sor li civaka Êzidî pîroz kir

MSD’ê, Mala Êzidî ya herêma Cizîrê û PYD’ê bi daxuyaniyên cuda ev roj li civaka Êzidî pîroz kir. Aliyan hêviyên xwe ji bo jiyaneke hevbeş anî ziman.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî bi peyamekê cejna Çarşema Sor pîroz kir û got:

Parastina nasnameya civaka êzidî, dewlemendkirina parastina nasnameya neteweyî ya gelê Sûriyê ye.

Civaka êzidî civakeke kevnar in, nûnertiya nasnameya kurdî û sûrî ya pir-reng dikin.

MSD’ê hêvî kir ku Çarşema Sor bibe destpêka bidawîbûna hemû bela û zehmetiyan.

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê: Divê NY planên li ser Şengalê rawestîne

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê jî hêvî kir ku ev cejn bibe cejnek aştî û hezkirinê ji bo tevahî civakê.

Mala Êzidî bal kişand planên li ser Şengalê û got:

Planên ku li ser Şengalê tên meşandin pir mezin in.

Divê NY li hember vê yekê xwedî helwest be.

PYD’ê cejn li civaka Êzidî pîroz kir

Meclisa Giştî ya PYD’ê jî Çarşema Sor li civaka Êzidî pîroz kir û got:

Ev roj weke vejîna nasnemaya dîrokî û çandî ye, ku dijminên mirovahiyê ‎hewl dan wê tune bikin.

Back to top button