HPG: Li Xantûrê herî kêm 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayan li Xantûrê li leşkerên artêşa Tirk a dagirker xistine û herî kêm 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkldarî çalakiya li dijî dewleta Tirk ya dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

Navnedê diyar kir ku 20’ê Adarê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Sûîkastê çalakiyeke serkeftî pêk anîn.

HPG’ê dazanîn ku çalakî bi rêbaza sabotajê li dijî komeke dagirker a tevdigeriya hate lidarxistin.

Di encamê de 2 leşkerên dagirkeriyê hatine kuştin û gelek birîndar bûn.

Her wiha HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd bûyî jî eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku 15’ê Tîrmeha 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de gerîlayê bi navê Serhat Siyajin şehîd bû.

Back to top button