Talîban: Heta hêzên biyanî ji welat dernekevin em beşdarî ti koferansekê nabin

Talîbanê ragihand ku heta hêzên biyanî li welat hebin wê beşdarî ti koferanseke ji bo Efxanistanê nebin.

Soza Amerîka ji bo vekişîna hêzên xwe dayî Talîbanê nêz dibe û li ser erdê tevgerek ya vekişînê tineye.

Serokê berê yê DYA Donald Trump bi peymaneke li gel tevgera Talîbanê re ragihandibû ku wê 1’ê Gulanê hêzên xwe vekişînin.

Lê niha Amerîka qala 11 Îlonê dike.

Berdevkê Buroya Siyasî ya Talîban li Qeterê Mihemed Neîm Wardak têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek weşand.

Mihemed Neîm Wardak anî ziman ku wan hemû xebate xwe li gorî peymanê pêkanîne û got:

Heta hêzên biyanî li welat hebin, emê beşdarî ti konferanseke girêdayî mijara Efxanistanê nebin.

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku, bi amadekariya Tirkiye, Qeter û NY wê navbera 24’ê Nîsan heta 4’ê Gulan li Stenbolê Komara Îslamî ya Efxanistanê û amadebûna Talbanê konferansek hatiban lidarxistin.

Amerîka: Vergera hêzên me wê bi koordîneya hevalbendên me yên NATO re pêk bê

Wezîrê Karê Derve yê DYA Anthony Blinken jî di serdana xwe ya li Brukselê ku bi Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg re pêk anî de ev tiştî anî ziman:

Wê vekişîna hêzên me bi koordîneya hevalbendên me yên NATO’yê re pêk were.

Berpirs li ser pirsa gelo wê hêzên Amerîka qet li welat nemênin jî ev agahî da:

Wê tenê ji bo parastina navendên dîplomasî kêmek hêz bimêne.

Li gorî daneyên fermî niha li Efxanistanê 2 hezar û 500 leşkerên Amerîka li welat hene.

Hêjayî bibîrxistinêye ku rêvberiya Serokê berê yê DYA Donald Trump 29 Sibata 2020’an de li paytexta Qeter Doha bi tevgera Talîbanê re peyamanek îmze kiribûn.

Amerîka di peymanê de biyara vekişîna tevahî hêzên xwe ji Efxanistanê heta 1’ê Gulanê dabû.

Rêveberiya Biden jî ji ber bûyerên tundiyên yên demên dawî li welat bifikare û naxwaze leşkerên xwe bi carekê de ji welat derxîne.

Back to top button