Li herêmeke nêzî paytexta Misir Qahîrê di encama qazayek trafîkê de herî kêm 20 kes mirin.
Li bajarê Assîut ê 320 kîlometre li başûrê paytext Qahîrê, şevê din qezayeke trafîkê rû da.
Otobêseke rêwiyan dema ku dixwest qamyona pêşiya xwe derbas bike ji rê derket û qaza kir.
Di encamê de herî kêm 20 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.
Wezareta Tendurestî ya Misirê daxuyaniyek da û diyar kir ku 36 ambûlansên tîmên lezgîn berê xwe dane cihê qazayê.
Birîndarên ku ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin di laşê wan de şikestin û birîn hene.
Li Misirê gelek caran ji ber nebaşbûna ewlehî û binesaziya rê qazayên trafîkê rû didin.
Li gorî daneyên ku ajansa îstatîstîkê ya fermî a dewletê belav kiriye, 2019’an nêzî 10 hezar qazayên trafîkê pêk hatine û di wan qezayan de zêdetirî 3 hezar û 480 kes jiyana xwe ji dest dane.
2018 an jî di 8 hezar 480 qazayên trafîkê de 3 hezar û 80 kes mirine.