Lêçûnên parastinê yên YE 200 mîlyar euro derbas kir

Ewropa xwe di nava metirsiyê de dibîne.
Tişta ku dihêle em vê gotinê bikar bînin jî mezaxtinên wî yên ji bo parastinê ye.
Piştî demeke dirêj, cara yekem endamên Yekîtiya Ewropa di sala 2021’an de lêçûna parastinê ji 200 mîlyar euroyî derbas kir.

Ajansa Parastinê ya Ewropayê (EDA) ji derveyî Danîmarkayê agahiyên 26 welatên YE’yê digre nava xwe parve kir.

Li gorî ajansê, lêçûnên parastinê par cara yekem 200 milyar euro derbas kir û gihaşt 214 milyar euroyî.

Rêjeya ji sedî 1,5 ê hilberîna nesafî ya welatên endam pêk tîne, li gorî sala 2020’an ji sedî 6 zêde bû.

Zêdebûna herî mezin li Îtalya, Fînlandiya, Yewnanîstan û Slovenyayê hate dîtin.

Di rapora salane ya EDA’yê de hat gotin,

“Daxuyaniyên welatên endam ên piştî şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê nîşan didin ku zêdekirina lêçûn di salên pêş de jî wê bidome.”

Endamên EDA jî ji bo kirîna hevpar bêtir drav xerc kirin.

Ev mîqdar ji sedî 11 bû ji sedî 18.

Back to top button