Pêngava “Têkbirina terorê” didome, QSD’ê 50 km bi pêşde çû

QSD’ê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî operasyona xwe ya ku duh li dijî şaneyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê dabû destpêkirin, didomîne.

Di operasyona QSD’ê de ya nû hatî destpêkirin heta niha şervan 50 km bi pêşde çûne, 21 çete girtine, her wiha miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan desteser kirine.

Fermandariya giştî ya QSD’ê destnîşan kir ku piştî lêgerîn, komkirina agahiyan bi hevkariya Hêzên Koalisyona Navdewletî û Artêşa Iraqê, pêngava ev bi navê “têkbirina terorê” dest pê kir.

Pêngav duh ji bajarokê Deşîna yê başûrê rojhilatê bajarê Hesekê dest pê kir.

Li gorî QSD’ê dê gundewarê Hesekê heta bakurê rojilatê Dêrazorê ji şaneyên DAIŞ’ê werin paqijkirin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê pêngavê de 6 hezar şervanên QSD, YPJ û hêzên taybet, bi koordîneya bi hêzên Koalîsyona Navdewletî, hene.

Back to top button