Besê Erzîncan: Ne ji piştgiriya PDK’ê be, dewleta Tirk nikare bê Heftanînê

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku “dewleta Tirk bi êrîş û dagirkeriya xwe, dixwaze temenê xwe dirêj bike. Eger PDK’ê rê nede dewleta Tirk, ew nikare bikeve Heftanînê. Her wiha Besê Erzîncan bang li hêzên heremî yên bi dagirkeriya Tirk re dibin alîkar kir û da xuyakirin ku eger PKK lewaz be, wê hêzên din ên demokrasiyê jî lewaz bibin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan di bernameyeke Taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Besê Erzîncan bi boneya salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, Mazlûm Dogan, şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn û got:

“Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li dijî polîtîkayên înkar, tunekirin û qirkirinê yên di dema 12’ê Îlonê de li dijî gelê Kurd hatin meşandin, pêk hat.

Îro jî ji hişmendiya 12’ê Îlonê xiraptir, faşîzma AKP-MHP’ê bi êrîşên li ser destkeftiyên Kurdan û bi êrîşa li ser Heftanînê, dixwazin temenê xwe dirêj bike.”

Besê Erzîncan rastiya şerê Heftanînê da xuyakirin û diyar kir ku eger PDK piştgiriyê nedin dewleta Tirk, wê nikaribe derbasî Heftanînê bibe.

Besê Erzîncan: Eger PKK’ê lawaz bikin, wê hêzên din ên demokrasiyê jî lawaz bibin

Erzîncan destnîşan kir jî ku hêzên hevkar ên herêmî, di nava xefletê de ne û got:

“Eger dewleta Tirk PKK’ê lawaz bike, wê hêzên din ên demokrasiyê jî lawaz bibin.

Dewletên heyî yên li herêmê naxwazin bi ti awayî Kurd bibin xwedî statu, bibin xwedî maf û azadiya xwe.

Ev yek ji bo Sûriyê jî wiha ye.

Tirkiye pêşengiyê ji vê polîtîkaya qirkirinê re dike û bi piştgiriya dewletên din, dixwaze Kurdan bi temamî biqedîne.

Di şexsê PKK’ê de, dixwaze vê yekê bi serê hemû gelan bike.

Hedefeke girîng jî Îran e û piştî van hewldanan hemûyan, wê dor bê Îranê.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan di dawiyê de diyar kir ku “wê berxwedana jin, ciwan, gerîla û gel, têgiha qirkirina gelê Kurd vala derxîne”.

Back to top button