NY vekirina “Bab El-Hewa” ya li jêr dagirkeriya Tirkiyê erê kir

Piştî gelek vetoyên Rûsya û Çînê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser biryara derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê, heya salekê di dergehekî li jêr dagirkeriya Tirkiyê re erê kir..Bi vê biryarê re jî, dagirkeriya Tirk li herêmê rewa dibe û herêmên Rêveberiya Xweser ji alîkariyan bêpar dimînin.

Piştî gelek nakokî û astengiyên ku Rûsya û Çînê derxistin, alîkariyên mirovî di deriyekî Tirkiyê re derbas dibin û dagirkeriya wê li Sûriyê rewa dibe..

Duh, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê, heya salekê di dergehekî li jêr dagirkeriya Tirkiyê re erê kir..

Ev alîkarî jî wê bi rêya deriyê Bab El-Hewa ku niha li jêr kontrola çeteyên dewleta Tirk Cebhet El-Nisra ye, derbas bibin..

Konseya Ewlekarîyê ku ji 15 dewletan pêk tê, bi sekna piranî endamên wê li dijî hevalbendên Sûriyê û bi vetoyên Rûsya û Çînê negihaşt ti encamê.

Di nava vê hefteyê de, ev dengdayîna 5’an e ku Konseya Ewlekariyê li ser mijarê pêk tîne.

Rûsya û Çînê xwestin ku yek dergehê vekin û digotin ew dikarin alîkariyên mirovî ji hundirê welêt, bigihînin bakur û rojavayê Sûriyê.

Ji bo nûkirina dema alîkariyan a 6 mehan jî, ev yek salekê bê biryar ma û duh Konseyê vekirina deriyekî heya salekê erê kir.

Bi vê biryarê re, Konseya Ewlekariyê ya NY dagirkeriya Tirk li Sûriyê rewa kir û bêhtir piştevaniya dayê.

Jixwe herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî di encama girtina dergeha Til Koçerê de, di aloziyek mirovî re derbas dibin..

Rûsya, Tirkiye û Îran jî hewl didin dorpêçê li ser herêmê ferz bikin.

Li van herêman, bi hezaran penaber, koçber û şêniyên herêmê hene û peydîviya wan bi alîkariye heye.

Tevî gelek bangewaziyên ji bo vekirina dergeha Til Koçerê û hişyariyan jî, lê ji ber zexta Rûsya li ser Konseya Ewlekariyê derî girtî dimîne..

Berî niha Rêxistina Human Rights Watch (HRW) diyar kiribû ku divê Konseya Ewlekariyê deriyê Til Koçerê veke, da jiyana xelkên Bakur Rojhilatê bê parastin..

Çavdêr û diplomat dibînin ku bi girtina dergeha Til Koçerê, ji sedî 40 ji alîkariyên tenduristî bêpar dimînin..

Back to top button