Pirtûkên Ocalan li zanîngeha Silêmaniyê hatin belavkirin

Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêber Ocalan li zanîngeha Silêmaniyê pirtûkên Ocalan belav kirin. Xwendekaran jî eleqeyek mezin nîşanî pirtûkan dan û bi sedan pirtûk hatin belav kirin.

Derbarê mijarê de li ser navê Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer Newar Ehmed axivî û diyar kir ku ew bi rêya belavkirina pirtûkan komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin.

Rêxistinên ciwanan dest nîşan kir ku ewê li her qada Başûrê Kurdistanê pirtûkên Ocalan belav bikin.

Xwendekarê Zanîngeha Silêmanî Pawer Elî jî spasiya tevgera ciwanan kir û ev bang kir;

Divê xwendekar pirtûkên Abdullah Ocalan bixwînin û komploya ku tê birêvebirin fam bikin.

Divê ciwan xwe ji bo pêşerojê amade bikin.

Back to top button