Mihemed Heyder: Avakirina Yekîtiya Kurd wê armancên Kurdan bi cih bîne

Berpirsê Têkiliyan ê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Mihemed Heyder diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan bi armanca qirkirina gelê Kurd û vejandina dewleta Osmanî, pêk tên. Mihemed destnîşan kir ku avakirina yekîtiya Kurd wê gaveke dîrokî be.

Berpirsê têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) li bajarê Helebê Mihemed Heyder têkildarî xebatên avakirina yekîtiya Kurd axivî.

Mihemed Heyder dibîne ku “avakirina yekîtiya Kurd di vê dema hestyar de pir girîng e, naxsim bi zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê.

Heyder got:

“Yekîtî ji bo têkibirina hewldanên dagirkirina erdên me, pêwîstiyek e.

Dijminên Kurdan naxwazin refa me bibe yek.

Wekî Partiya Yekîtî em dibînin ku bidawîbûna qonaxa yekemîn a diyalogê, gaveke dîrokî ye û dê yekîtiya Kurdan bi xwe re bîne.”

Mihemed Heyder: Tirkiye dixwaze Kurdan qir bike, yekitî dê Kurdan bi hêztir bike

Berpirsê partiya Yekîtî destnîşan kir ku dewleta a dagirker dixwaze herêmên Kurdan dagir bike û ji bo tunekirina nasnameya Kurdî, demografiya herêmê diguherîne.

Heyder banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanî kir, da ku gelê Kurd li her derê bi hêztir bibe.

ENKS û PYNK’ê di qonaxa yekemîna a pêkanîna yekîtiyê de, gihîştibûn lihevkirin û nêrîneke siyasî ya hevbeş ku her du alî pabendî wê bin.

Lê belê hîna qonaxa duyemîn a danûstandinên yekîtiyê, nehatiye destpêkirin.

Berî niha, endamê desteya serokatiya PYD’ê Salih Muslim anîbû ziman ku ew li benda bersiva ENSK’ê ne da dest bi qonaxa duyemîn a danûstandinan bikin.

Back to top button