Li Efrîna dagirkirî, roj bêyî kirin û sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê naçin serî. Dewleta Tirk herî dawî baregehên leşkerî li ser çiyayê Lêlûn ava dike. Her wiha desteserkirina malên şêniyan, talana şûnwaran û revandina şêniyan jî dewam dike.
Li Efrîna dagirkirî, dawî li sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê nayên.
Herî dawî artêşa dewleta Tirk a dagirker navend û baragehên leşkerî li çiyayê Lêlûn, di navbera gundê Qîbarê heta gundê Xezîwê ava dike.
Çeteyên Tirk, malên şêniyan desteser dikin
Di çarçoveya guhertina demografya herêmê de jî, dewleta Tirk û çeteyên xwe malên şêniyan desteser dikin û difiroşin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyan li ser rêya lîstikgeha li navenda bajêr, malên şêniyên bi navê
Mihemed Reşîd Hemo
Mihemed Xelîl ji gundê Kefer Delê
Mihemed Nasêr û zarokên wî
yên ji gundê Kokebê, desteser kirin û bi 2 hezar û 500 dolarî firortin.
Her wiha rêxistinê da zanîn ku çeteyan, malên
Cîhad Simo
Cîlo Kurdî
Fewzî Ehmed Simo
Mehmûd Coco
Ebdo Qenber
Mihemed Qenber
Ezet Osman desteser kirine.
Çeteyên Tirk jî meqle’iyekî keviran ku buhayê wê 1 milyon dolar dike, desteser kir.
Çeteyên Tirk, devereke dîrokî li gundê Şorbe dikolin
Li aliyekî din, dewleta Tirk û çeteyên xwe talan û wêrana şûnwarên Efrînê jî didomînin.
Malpera Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyên Tirk, 3 roj in devereke dîrokî li gundê Şorbe yê navçeya Mabata dikole.
Çeteyên Tirk, xeta DAIŞ’ê didomînin
Çeteyên Tirk, xeta çeteyê DAIŞ’ê li Efrînê dewam dikin.
Di vê çaroveyê de, Malpera Afrîn Post ragihand ku çeteyên Tirk rê û resmên olperestiyê li ser şêniyên gundê Hesen Dêra yê Bilbilê û li ser jinan jî cilên reş ferz dike.
Her wiha çete kombûyînên civakî yên ku tê de jin û mêr bi hev re ne, qedexe dikin.
Li heman gundî, çeteyan ji ber şêniyê bi navê Selîm Sîdo Xelîl ê 30 salî qebûl nekir li cem wan kar bike, revand û bi giranî hat êşkencekirin.
Her wiha çeteyên Tirk, ji gundê Dela yê Mabatayê jî 7 şênî revandin.