Li Hollandayê 7 Sûriyên sûcên şer kirine li dadgehê tên darizandin

Netherlandsê ango Hollandayê bi 7 Sûriyên ku tiliya wan di pêkanîna sûcên şer de li Sûriyê heye, lêpirsînê dike.

Dadgeha Netherlandsê derheqê van 7 Sûriyan de heya niha tu ceze nebiriye, lê karta nîşînbûnê ya kesekî jê kişandiye..

Li gorî rojnemeya The Telegraph ya Netherlandsê, heta niha 29 kartên nîşînbûnê ya penaberên Sûrî ji wan hatine kişandin.

Hin ji van kesan tiliya wan di sûcê şer de hebû.

Di nav van mehên dawî de, li Ewropayê bi gelek kesên sûcên şer kiribûn û piraniya van jî yên ji refên hikumeta Şamê vekişiyabûn, lêpirsîn hatin kirin.

Nûnerekî di danûstandinên Cinevê de yê bi navê Enwer Rislan ê ku sûcê şer kiriye jî, niha li Almanyayê tê darizandin.

Back to top button