Li başûr-bakurê Pakistanê 3 kesan di teqîna li otelekê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Polîsa Pakistanî, li bajarê Kwîtya erebeyeke bombebarkirî li rawestgeha erebeyan a “Otêla Sîrînayê”, hat teqandin.
Di encamê de, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 14 jî birîndar bûn.
Li gorî Wezareta Hundir a Pakistanî, balyozê Çînî li Otêlê dima, lê dema teqînê lê ne amade bû.
Bajarê Kwîtya paytexta kantona Pelûçistanê ya Başûrî-Rojavayî ye ku, demeke dirêj ji hêla netewperestan ve, bûbû cihê kuştin û raperînan…