Qamişlo…Çekdarên Difaa El-Wetenî agirbest binpêkirin

Çekdarên Dîfa El-Wetenî agirbesta li Qamişloyê bin pê kir û careke din êrîşî Hêzên Asayîşê kir.

Nûçegihanê me ragihand ku di dema Asayîş li gorî agirbestê li nuqteyên xwe bi cih dibû, çekdaran êrîşî wan kir û bi vî awayî agirbest hat binpêkirin.

Doh jî bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest piştî şerê du rojan hatibû ragihandin û çend saetan jî dirêj kir.

Hêzên Asayîşê di çarçoveya bersivdayînê de 3 xalên çekdarên Dîfa El-Wetenî li taxa Tey ya Qamişlo kontrol kirin.

Back to top button