Rojnameyeke Amerîkî: Biden naskirina komkujiya Ermenan lêkolîn dike

Serokê Amerîka Joe Biden amadekariyan dike ku komkujiya Ermenan ku sala 1915’an bi destê dewleta Osmanî pêk hat, fermî nas bike. 

Rojnameya The Wall Street Journal li ser zimanê berpirsên Amerîkî ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden dê komkujiya Ermenan fermî nas bike.

Rojnameyê diyar kir ku ev gavek nû ye û dibe nakokiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de kûrtir bike.

Hêjaye bibîrxistinê, Biden di pêngava xwe ya hilbijartinê de soz dabû, ew ê komkujiya Ermenan fermî qebûl bike û gotibû:

“Eger em komkujiyê qebûl nekin, em bîranên wê li dar nexin û ji zarokên xwe re behsê nekin, wê demê me ji dersan sûd negirtiye.”

Back to top button