NY: Hilbijartinên Sûrî ne beşekî pêvajoya siyasî ne

NY hilbijartinên serokatiya Sûrî red kir û ew ne weke beşekî pêvajoya siyasî ya NY bi nav kir.

Berdevkê Sekretêrê Giştî yê NY Stephane Dujarric anî ziman ku ew tevlî van hilbijatinên Sûrî nabin.

Stephane Dujarric îşaret bi biryara 2254’an a Meclisa Ewlekariyê kir û got:

“Ev biryar NY erkdar dike ku bi xebatên siyasî, hilbijartinên azad û dirûst li gorî destûra nû ya bi serperştiya NY pêk bîne.”

Dujarric destnîşan kir ku wê NY girîngiyê bide çareseriya siyasî û danûstandinan ji bo wê berdewam bikin.

Parlamena Sûrî 26 Gulanê weke dema destpêkirina hilbijartinên Serokatiya Sûrî diyar kir û duh jî serokê hikumeta Şamê Beşar Esed fermî belgeyên namzetiya xwe pêşkêş kirin..

Back to top button