QUBAT TELEBANÎ SERKEFTINA QSD’Ê BI DAXUYANIYEKÊ PÎROZ KIR

Cîgirê serokê hikumeta herêma Kurdistanê Qubat Telebanî li ser serkeftina QSD’ê û a bi dawî anîna çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Telebanî bi vê boneyê şervanên QSD’ê, pêşmerge û hemû gelê Kurd pîroz kir.

Piştî serkeftina QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji seranserê cîhanê peyamên pîrozbahî û kêfxweşiyê hatin dayin.

Li ser vê yekê cîgirê serokê hikumeta herêma Kurdistanê Qubat Telebanî jî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Telebanî serkeftina QSD’ê li şervan û gelê Kurd pîroz kir û got:

Çeteyên DAIŞ li ser destê Kurdan û bi alîkariya hepvyemana navnetewî li navçe û bajarên Başûrê heya digihe Kobanê şikest. Şikestina dawî ya DAIŞ’ê carek din li ser destê keç û xortên Kurdan li Baxozê bû”.

Qubat Telebanî destnîşan kir, divê niha hemû cîhan ji peyama Kurdan têbigihe ku peyama aştî û demokrasîxwaziyê ye û wiha domand:

“Kurdên bi xwîna nêzîkî 2 hezar pêşmerge, 11 hezar şervan û zêdetirî 30 hezar birîndar vê destkeftiyê ji bo cîhanê aniye. Ji bo vê pêwîste civaka navnetewî di alîkarîdayîna ji bo Kurdan de berdewam bike. Her çendî ku DAIŞ li ser xakê xilas bûye, lê hîn jî ji bo aramiyê metirsiye”.

Cîgirê serokê hikumeta herêma Kurdistanê Qubat Telebanî dawiya daxuyaniya xwe de got:

“Em serkeftina şervanên QSD’ê li hemû Kurdan pîroz dikin.

Silav ji bo pêşmerge û şervanên çeleng”.

MERÎWAN WIRYA QANIH:
SERKEFTINA QSD’Ê SERKEFTINEKE MEZIN E

MERÎWAN WIRYA QANIH:
SERKEFTINA QSD’Ê SERKEFTINEKE MEZIN E

Leave a Reply

Back to top button