Danûstandinên Lîbî-Lîbî..banga vegerandina veguhestina bejahî û asmanî hat kirin

Di danûstandinên Lîbî-Lîbî de, banga vekirina xetên veguhestina Lîbî hat kirin.

Herdu aliyên Lîbî di danûstandinên li bajarê el-Xerdeqa yê Misirê de, banga vekirina bilez a xetên veguhestina bejahî û asmanî kir.

Her wiha banga bilez lidarxistina civînên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş ku divê hefteya bê bi awayekî rasterast pêk werin, hat kirin.

Li gorî civînên el-Xerdeqa, divê hemû kesên girtî bêyî ti merc werin berdan û pêngavên reşkirin û gurkirina şer di ragihandinê de werin rawestandin.

Danûstandinên ku du rojan li Misirê hatin lidarxistin, duh bi dawî bûn.

Back to top button