Parlementoya Ewropayê Xelata Sakharov ya mafên mirovan da tevgera muxalif ya Belarûsyayê.
Serokê Parlemena Ewropayê David Sassolî diyar kir ku Xelata Sakharov ya mafê mirovan dane muxalefeta Belarûs û seroka muxalefetê Svetlana Tîkhanovskaya.
Sassolî da zanîn, protestoyên ku li kolanên Belarûs pêk hatin dinya hejand û diyar kir tevgera muxalefetê mînaka têkoşîna mafên mirovan û azadiya ramanê ye.
Sassolî diyar kir ti hêz nikare heqîqetê têk bibe û bang li muxalefeta Belarûs kir ku têkoşîna xwe dewam bikin.
Di 9’ê Tebaxê de li Belarûs hilbijartin pêk hatin û hat gotin Aleksandr Lûkaşenko yê ku 26 sale welat bi dare zorê bi rêve dibe, dîsa bi serketiye.
Tevgera muxalefetê jî li ber encamên hilbijartinê rabû û dest bi protesyoan kir.
Yekîtiya Ewropayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku hilbijartina bi awayekî azad û adil pêk nehatiye û ew encamên wê nas nakin.