Îro careke din polîsên Tirk bi ser avahiya HDP’ê ya Amedê û navçeya wê ya Yenîşehîrê de girtin. Hevserokê bajêr û yê navçeyê binçav kirin.
Bi îdîaya ku “Dokûmanên ne qanûnî lê hene” polîsên Tirk îro danê nîvro avêtin ser avahiya HDP’ê ya bajarê Amedê û avahiya navçeya Yenîşehîrê.
Polîsan di dema serdegirtinê de ketin saziyê û deriyê avahiyê şikandin.
Polîsan ji bilî Hevserokên navçeyê Qasim Kaya û Remziye Sizici, rêveberên partiyê ji avahiyê hatin derxistin.
Destûr nayê dayin ku parlamenter û parêzerên HDP’ê bikevin hundirê avahiyê.
Li gel parêzeran lêgerîna li avahiya didome. Polîsan dest danî ser pankart û destikên firçeyan.
Rêxistina HDP’ê ya Amedê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokên Bajêr Zeyyad Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik û Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Qasim Kaya û Remziye Sizici ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.