Çeteyên dewleta Tirk kiryarên xwe yên revandin û kuştinê li herêma Efrînê didomînin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku di 13’ê Tebaxê de istîxbarata Tirkiyê 3 welatiyên Kurd ji gundê Termîşa yê navçeya Şiyê revandin û birin cihekî nediyar.
Li gorî malpera Efrîn Post, kesên hatin revandin navên wan wiha ne:
Xelîl Menan Seydo (45), Kamîran Xelîl Seydo (22), Ferdî Xelîl Seydo (40).