Ji bo avakirina hikûmeta Libnanê, serokê Tevgera Pêşerojê Seid El-Herîrî hat erkdarkirin.
Parlamana Libnanê ji bo dengdayîna ser erkdarkirina Seid El-Herîrî ji bo avakirina hikûmeta nû civiya.
El-Herîrî dengê 65 parlamanteran girt û 53 parlamenteran jî dengê xwe bi kar neanîn.
Parlemena Libnanê ji 128 parlamanteran pêk tê, lê beriya niha 8 parlamanteran istîfaya xwe dabûn.
Piştî dengdayînê, serokomarê Libnanê Mîşel Ewn serokê Tevgera Pêşerojê Seid El-Herîrî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir.
Piştî erkdarkirinê, Seid El-Herîrî axivî û got ku wê hikûmeteke teknoqrat dûrî partiyan ava bike, ku li gorî insiyatîfa Fransayê be.
El-Herîrî diyar kir ku wê ji bo xurtkirina aboriya welat bixebite.
Ev salek e hikûmeta Libnanê ji ber xwepêşandanên gel istîfaya xwe dabû.
Ger Seid El-Herîrî ji bo avakirina hikûmetê serbikeve, wê bibe cara çaremîn ku hikumetê ava dike.