Çekdarên PDK’ê berpirsê Hevpeymana Niştimanî li Duhokê revandin

Çekdarên PDK’ê vê sibê bi ser mala Berpirsê Hevpeymana Niştimanî yê Behdînanê Şivan Seîd de girtin û ew revandin. Çekdarên PDK’ê bi şêwazê polîsên Tirk nav mala Şivan Seîd jî belav kirin.

Birayê Şivan Seîd Eyhan Seîd da zanîn ku vê sibê çekdarên rûyê wan girtî bi ser mala Şivan Seîd de girtine û ew revandine.

Eyhan Seîd bang li serokê PDK’ê Mesud Barzanî kir ku rê li çekdarên xwe yên li Behdînanê ku bi ser çalakvan û rojnamegeran de digrin, bigre û got;

“Mamosta Şivan ji bilî fikrê xwe yê cuda tiştek din negotiye. Divê demildest were azad kirin. Emê li ser mafê xwe, dijî vê zilmê bêdeng nemînin.”

Eyhan bang li rêxistinên mafê Mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku çarenûsa hemû kesên hatine girtin bi pirsin û vê rewşa ne qanûnî a li Behdînanê bidin rawestandin.

Back to top button