Şerê Sûdanê-17 sivîl di êrişekê de hatin kuştin

Li Sûdanê di encama topbarana taxeke sivîlan de, di nav de 5 zarok, 17 kes hatin kuştin.

Ajansa Reuterrsê ragihand, êrîşa asmanî îro şemiyê li başurê Xurtûmê pêk hat.

Rêveberiya Tenduristiyê li Xurtûma paytext li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyand ku êrîş li herêma Yermûk a li başûrê Hîzamê pêk hat.

Rêveberiya Tenduristiyê diyar kir, di nav qurbaniyan de 5 zarok, jin û temenmezin jî hene, her wiha 25 mal hatine rûxandin.

Şerê li Sûdanê 15 Nîsana borî di navera artêşa Sûdanî û hêzên piştevaniya lezgîn de dest pê kir.

CNN: Wagner destekê dide hêzên piştevaniya lezgîn

Girêdayî mijarê, tora CNN a Amerîkî ragihand, hêza Wagner a girêdayî Rûsyayê destekê dide hêzên piştevaniya lezgîn.

CNN di lêpirsînekê li ser zimanê birpirsyarine istixbaratî got, Wagner li Darforê hêzên piştevaniya lezgîn biçek dike.

Li vî welatê xizan, ji ber şer, heta niha bêtirî 950 kes hatine kuştin û nêzî 2 milyon jî, ji cih û warê xwe bûne.

Back to top button