Hesekê-PYD geşedanên siyasî ji şêneyan re şîrove kirin

PYD’ê bi du civînan geşedanên siyasî ji şêniyên bajarê Hesekê re şîrove kirin.

Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ji bo nirxandinên geşedanên dawîn yên li ser asta herêmê, civîn li dar xistin.

Civîn li hola Serdem û Hola Reşo yên bajarê Hesekê hatin li dar xistin.

Di civînê de hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat geşedanên siyasî nirxandin.

Berekat wiha got:

“Dewleta Tirk a dagiker di nava bêdengiya hêzên navneteweyî de êrişî herêmê dike.

Bi van êrişan dixwaze herêmên me dagir bike û gelê me koçber bike.

Berekat anî ziman ku tevahî pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweser bi yekdestî planên dijminan têk birin û wiha domand:

“Projeya Rêveberiya Xweser ji sûriyan re bû projeyeke demokratîk û hewl dide çareyeke Sûriyî-Sûriyî pêk bîne.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê bang li hêzên navnetewî û rêxistinên hiqûqî kir ku dawî li êrişên dewleta tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin.

Civîn bi diruşmên silavkirina berxwedana gelan bi dawî bûn.

Back to top button