Li Idlibê di topbarana hêzên hikumeta Şamê de kesek hat kuştin

Di van rojên dawiyê de şer û pevçûnên li Idlibê jî ku di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk de ye, zêde bûne.
Hat diyar kirin hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyên Tirkiyê dan ber topan, di encamê de kesek hat kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Hêzên hikumetê deverên El-Bara, Kensefrê û Filêfil û Me’rzafê yên Li gundewarê Başûrê Idlibê topbaran kir.

Di encama topbarana li ser gundê Me’rzafê de kesek hat kuştin.

Heman demê hêzên hikumetê herêma Sehil El-Xab yê Hemayê jî topbaran kir.

Çavdêriyê destnîşan kir ku duh çeteyên Tirkiyê nuqteyên hêzên hikumetê yên li bakurê Laziqiyê û baregeha Cûrîn yên li rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Li çolistana Hemayê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li Çolistana bajarê Selemiyê yê li rojhilatê Hemayê jî, Otobûseke hêzên hikumeta Şamê bi mayîneke çeteyên DAIŞ’ê teqiya.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, di teqînê de 4 leşkerên hikumetê hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Back to top button