Şandeya Navnetewî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê: Bi hev re dijî dagirkeriyê rabin

Endamên şandeya Navnetewî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê bang li gelê Kurd kir ku bi hev re dijî zilm û dagirkeriya dewleta Tirk rawestin û dagirkeran ji xaka Kurdistanê derxin.
Komên YNK û Tevgera Goran yên li Parlamentoya Başûr jî piştgirî dan Kampanya Însyatîfa Navneteweyî ya Aştiyê.

Endamên şandeya Navnetewî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê ji Rojnewsê re axivîn.

Endama şandeya Navnetewî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê Xezal got ku sedema hatina wan a Hewlêrê aştîxwazî ye, ew şer red dikin, bi taybet li Şengal, Bakur û Başûrê Kurdistanê şer red dikin.

Endamek din ê şandeyê yê bi navê Serdar Dorter diyar kir ku hemû Kurd, parçeyên Kurdistanê, bi hev re dijî zilm û dagirkeriya dewleta Tirk radiwestin û dagirkeran ji xaka Kurdistanê derbixe.

Her wiha endamên Şandeya Navnetewî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê ji Hewlêrê zivirî Almanyayê û li balafixaneya Dûsseldorfê ya Almanyayê ji aliyê Kurd û dostên xwe ve bi germahî hatin pêşwazîkirin û daxuyaniyek dan.

ji bo montacjiyê: dîmen li hawasê bi navê foldera “dusseldorf” in

YNK Û Tevgera Goran piştgiriya xwe ji bo însiyatîfê anîn ziman

Endamên Kampanya Însyatîfa Navneteweyî ya Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê ku ev çend roj in li Hewlêrê hevdîtinan dike serdana Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir û ji aliyê komên YNK û Tevgera Goran ve hate pêşwazîkirin.

Komên YNK û Tevgera Goran yên li Parlamentoya Başûr piştgiriya xwe ya ji bo Kampanya Însyatîfa Navneteweyî ya Aştiyê anîn ziman ku armanca wê pêşîlêgirtina şer e.

Komên YNK û Tevgera Goran gotin ku erka saziyên destûrî yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye bi hevkariya civaka navneteweyî ji bo aştiyê û rawestandina êrîşên li ser xelk û xaka Başûr hemû hewldanan bikin.

Back to top button