Dadgeha Misirê cezayê darvekirinê li 12 pêşengên Îxwanî birî

Dadgeha Civakî ya herî bibandor ya Misrê biryara cezayê darvekirinê li 12 rêveberên asta jor ya Îxwana Mislimîn birî.
Mafê girtiyan tune ku li biryarê îtîraz bikin.

Ji bo darvekirina 12 endaman niha çav li erêkirina Serokê Misirê Ebdulfeteh Es Sîsî ye.

Di nav 12 endamên bi cezayê darvekirinê de Miftiyê berê yê Ixwanî Ebdulrahman el-Bar, parlamenterê berê Mohammed al-Beltagi û wezîrê berê Usama Yasîn hene.

Piştî ku Mihemed Mursî di 2013’an de bi darbeyek leşkerî ji erk hate girtin, gelek endamên Îxwanî bi darvekirinê hatin mehkûm kirin.

Piştî vê ji bo gelekan careke din darizandin pêk hat.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) Amnesty, îsal 51 kes li Misirê hatin darve kirin.

Back to top button