Efrîn..Di teqîna Kefer Cenê de 2 kes mirin 4 jî birîndar bûn

Li gundê Kefer Cenê yê Efrîna dagirkirî di encama teqîna wesayîtekê de 2 kes ji ber teqîna erebeyekê mirin. Li navçeya Raco jî dagirkeran du sivîl revand.

Li gorî nûçeya ANHA’yê li gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera erebeyek bombebarkirî hate teqandin.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan jî diyar kir ku di teqîna gundê kefer Cenê de 2 kes hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Dagirkeran ji navçeya Raco du sivîl revandin

Her wiha Çavdêriya Sûrî ragihand ku leşkerên artêşa Tirk şivanekî li gundê Çê yê navçeya Raco bi giranî êşkence kir û revand.

Leşkerên Tirk ew şivan dema pezê xwe li derdorî gund diçêrand bi giranî êşkence kir û dest danîn ser pezên wî.

Li gorî çavdêriyê, leşkerên Tirk ew şivan ber bi baregehê xwe birin û heya niha jî çarenûsa wî nediyar e.

Li heman navçeyê çeteyên Tirkiyê, şêniyê bi navê Mihyedîn Ebidelah Dewud ê 35 salî yê ji gundê Etmana jî revand.

Back to top button