Dozgerê dewleta Tirk a dagirker ji bo şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê cezayê heta hetayî xwest.
Dozgîn Temo bi nasnav Çîçek Kobanê di şerê Girê Spî û Serîkaniyê de bi birîndarî dîl ketibû destê çeteyên dewleta Tirk.
Rûniştina 3’emîn a doza wê îro li Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ya 5’emîn hate kirin.
Temo, parastina xwe bi kurdî kir û destnîşan kir ku YPG’î ye lê tevlî ti pevçûnê nebûye û piştî ku hatiye girtin ji piyê xwe hatiye birîndarkirin,
Piştî Temo parêzera wê Hidayet Enmek jî parastina muvekîla xwe kir û dazanîn ku li gorî qanûna tirkiyê çete nikarin kesekî bigrin.
Piştî parastina parêzer, dozger biryara xwe eşkere kir û ji Çîçek Kobanê re cezayê heta hetayî xwest.
Parêzer Enmek ji bo parastina mûvekîla xwe dem xwest.
Piştî navberê heyeta dadgehê diyar kir ku bila Çîçek Kobanê neyê berdan û rûniştina biryarê taloqî 24’ê Mijdarê kir.