Hêzên deryayî yên Amarîka, keştiyên Îranê hişyar kir

Li Tengava Hurmuzê careke din alozî derket.

Hêzên deryayî yên Amerîka û Îranê hatin pêşberî hev.

Hêzên Deryayî yên DYA ragihand ku ji bo hişyarkirina hêzên Îranê, gule berdane.

Hêza deryayî ya Amerîkayê duh (Sêşemê) ragihandin ku keştiyên bilez yên Îranê “bi awayekî ne-profesyonel û ewle” nêzîkî keştiyên wan bûne.

Hêzên Amerîka îdia kirin ku dema keştiyên wan dewriyeya normal pêk dianîn de ev alozî pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yek ji 3 botên bilez ên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê bi lez û bez xwe nêzî hêzên wan kiriye.

Ji bo hişyarkirina wan jî gule hatine berdan.

Li gorî îdiayên hêzên DYA piştî vê yekê keştiyên Îranê rêya xwe guhertine.

Li tengava ku ji 5’an yekê petrola Îranê ya bo derve tê şandin de, pêkhatina aloziyê Tahran nerehet kiriye.

Piştî daxuyaniyên ji DYA, Îranê despêkê ev yek nepejirand.

Beriya niha jî li herman herêmê di navbera aliyan de alozî derketibû.

Back to top button