Serokwezîrê Srî Lanka: Ekonomî Îflas kir, em nikarin pereyê ji bo kirîna petrolê jî bidin

Rêveberiya Srî Lanka nekarî çareseriyê ji krîza aborî re bibîne.

Ji ber vê yekê, peşkîla xwe avêt erdê û îflasa aboriyê ragihand.

Serokwezîrê welat Wickremesinghe got,

Ekonomî îflas kir, em êdî nikarin pereyê ji bo kirîna petrolê ya ji dere tînin ji bidin.

Bi mehane li Srî Lanka krîza herî dijwar ya aboriyê heye.

Elektirîk qut dibe, sotemenî nayê peydakirin.

Bêrnixbûna pereyê welat jî rewşa heyî kembaxtir kir.

Herî dawî rêveberiya welat derket pêşiya çapemeniyê û îflasa ekonomiyê ragihand.

Serokwezîrê Srî Lankayê Ranil Wickremesinghe di axaftina xwe ya li parlementoyê de anîziman ku “Aboriya welat bi tevahî têk çûye,” û wiha got:

Srî Lanka ji kêmbûna sotemenî, gaz, elektrîk û xwarinê wêdetir bi rewşek cidî re rû bi rû ye.

Wickremesinghe, da zanîn ku ji bo pereyê îtxalata neftê jî nayê dayîn û diyar kir ku hikûmetê şensê xwe yê paşvexistina krîzê ji dest daye.

Li welatê ku di dîroka xwe de bi krîza aborî ya herî mezin re rû bi rû maye, di dawiya meha Adarê de piştî qutkirina elektrîkê ya rojane 13 saetan, çalakiyên şermezarkirinê zêde bûbûn.

9’ê Gulanê di navbera xwepêşanderên ku li derdora Ofîsa Serokwezîrtiyê kom bûn û alîgirên hikûmetê de pevçûn derketibû û li paytext Colomboyê yekîneyên leşkerî hatibûn bicihkirin.

Piştî zêdebûna zextên mûxalefetê, Serokwezîr Mahînda Rajapaksa di 9’ê Gulanê de îstifa kir û kabîne hat betalkirin.

Serok Gotabaya Rajapaksa di 12’ê Gulanê de Ranil Wickremesinghe, ku berê sê dewran serokwezîr bû, wek serokwezîr tayîn kir.

Piştî tundûtûjiyê, li seranserê welêt qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Hukûmetê ferman da ku her kesê ku di dema xwepêşandanan de zirarê bide milkên giştî an kesên din wê bibe aramnaca leşkeran.

Bi gotinek din, hikumetê fermana bikaranîna çekê da leşkeran.

Di xwepêşandanên ku li gelemperiya welêt belav bûn de, parlamenterê partiya desthilatdar û 2 polîs jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 250 kes jî birîndar bûn.

Welatiyên Srî Lankayê niha bi kêmbûna sotemeniyê, qutbûna elektrîkê û zêdebûna bihayên xwarin û veguhestinê re têdikoşin.

Back to top button