Çalakiyên gerîla yên ji bo tolhildana hevreyên xwe ên şehîd dewam dikin.
HPG’ê got: Ji bo bîranîna Fermandar Axîn Mûş û hevrêyên bi wê re şehîd bûne, 11 dagirker hatin cezakirin.
Têkildarî vê yekê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
HPG ragihand ku di çarçoveya çalakiyên tolhildanê hêzên wan li arteşa Tirk dan û ev agahî parve kir:
“22’ê Îlonê li herûma Rojavayê Zapê gerîlayên HPG û YJA Starê bi gelek taktîkan li dijî arteşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.
Di encama çalakiyan de 11 dagirker hatin cezakirin, 15 dagirker jî birîndar bûn.
Her wiha 1 kon, gelek alavên leşkerî û 2 kamerayên mobesse hatin rûxandin û 11 jî çeper hatin derbkirin.”
Bi domdarî HPG’ê da zanîn li herêma Metînayê jî hêzên wan du caran dest li helîkopterên dagirkeran werdane.
Derbarê êrişên arteşa Tirk a dagirker de jî HPG’ê di dawiyê de got:
22’ê Îlonê de qadên herêma Zap, Xakurkê û Metîna bi tevahî 11 caran bi balafirên şer
Û gelek caran jî bi helîkopteran û topan hatin bombekirin