Kombûna Jinan a Zenûbya banga rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo kirin

Kombûna jinan a Zenûbya û Rêxistinên jinan yên Reqayê bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî rêber Apo û êrişên li dijî herêmê şermezar kirin û bang li jinan kirin ku asta têkoşînê bilind bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewletên hegemon felsefeya rêber Abdulah Ocalan li ser berjewndiyên xwe weke xeteriyekê dibînin û wiha hate gotin:

Rêber Abdulha Ocelan ji bo demokratîkbûna cîhanê têkoşîneke mezin kir.

Ji bo afrandina jiyaneke azad ji jinan re hewldanên herî mezin kir.

Ji lewma bi her awayî dixwazin rêber Apo ji gel bidin qut kirin.

Ev hewldanên wan tirsa wan a ji fikra rêber Abdulha Ocelan nîşan dide.

Her wiha jinan bal kişandin li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha anîn ziman:

Dewleta Tirk a dagirker dixwaza vîn û îradeya gelê herêmê têk bibe.

Tirsê di nava gel de bi afirîne û gel bide koçberkirin.

Weke jinên zenûbiya emê li dijî êrîş û hewldanên qirkirina gel têkoşînê mezin bikin.

Ji bo rakirina tecrîd û azadiya fîzîkî ya rêber Apo jî em ê di nava çalakî û hewldanan de bin…

Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdulha Ocelan li ber xwe bidin.

Back to top button