Di roja destpêkê ya agirbesta yekalî de ku Rûsyayê ragihandiye, 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker û 3 leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hêzên rêjîma Sûrî bi moşekan êrîşî bajarokê Kef-renbêlê kir.
Çavdêriyê diyar kir ku di encama topbarana li ser gundê el-Teh de 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Di heman demê de jî, ji ber armancgirtina gundê Corîn ji aliyê çeteyan ve, 3 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.
Li herêmên qaşo bêçek agirbest di roja xwe ya duyemîn de ye.